Karwanekî hêzên Îraqî û mîlîşyayên Şîa îro Şemiyê ber bi bajarê Remadî yê rojavayê welêt ve çûn da ku şerê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bikin.
Ev hêz dixwazin careke din paytexta parêzgeha Enbarê vegerînin, piştî ku ji aliyê DAÎŞ ve hatiye kontrolkirin.
Do Îniyê, mîlîtanên DAÎŞ berpirsiya du teqînan li Nîvgirava Ereb xistin stûyê xwe. Di wan teqînan de mizgeftên Şîa hatin armanckirin.
Rêxistinekê ku xwe wekî şaxekî DAÎŞ dide zanîn, berpirsiya teqînekê li parêzgeha Qetîf ya rojhilatê Erebistana Saudî xiste stûyê xwe. Di encama teqînê de 21 kes hatin kuştin û bi kêmî 80 kesên din birîndar ketin.
Teqîna duwem jî li nêzîk mizgeftekê li paytexta Yemenê, Senayê qewimî. Li wir jî 13 kes birîndar ketin.