Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura daxwaza lihevhatineke nû ya hikûmet û oposizyona Sûrî li Jinêvayê kiriye, bi mebesta peydakirina riya çareserîyê jibo şerê navxweyî li welêt.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û endamê desteya havpaymanîya rîkeberîya Sûrî Hewas Xelîl dibêje, heta niha ajenda nûnerê NY li ser kombûnê diyar nebûye.
Birêz Xelîl herwisa dide zanîn ku yek ji mercên oposizyonê ew e, nabe serokatiya Sûriyê bibe beşek ji her çareserkirina rewşa welêt.