Serokê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê di gotarekê da daxwaza pêkanîna destûreke nû dike, da digel rewşa niha ya Tirkiyê rêk bikeve.
Di vê derbarê de, Sabahattin Korkmaz, siyasetvan û parêzer, dibêje, destûra Tirkiye ne rewa ye û bi reza xelkê nehatîye danan.
"Kêşeya sereke di destorê da masela îdolojîk e, wek yek mîletî û yek zimanî û prensîbên Kemalîzmê ye.
Korkmaz herwiha da zanîn ku şerefa demokrasîya Tirkiye çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ye, ji bilî wê Tirkiye dewleteke komarî ya perlemanî ye.