Şerên giran li parêzgeha Enbar di navbera hêzên Îraqî û çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) lidar dikevin. Herdu alî dibêjin, pêşketin bidest xistine.
Çîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Enbarê Falih el Îsawî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got, şer berdewam e û hêzên parastina Îraqî û çekdarên eşîretan ligel êrîsên esmanî yên hevpeymana navnetewî şikestin bi çekdarên DAÎŞ ve anîne.
Birêz el Îsawî herwiha got, hikûmeta Bexdayê piştevanîya baş jibo polîs û çekdarên eşîretan nake.