Serokê Amerîkî Barack Obama do Şemiyê bixêrhatina mêvanên xwe li Şîva Koçka Spî ya peyamnêran kir.
Şîva Koçka Spî her sal tê lidar xistin, tê de Serok henek û pêkenînan bi xwe û kesên din dike, bi taybet rexnegirên wî.
Mêvandara şîva îsal komedyakara genc Cicely Strong bû.
Ev helkeft cara yekê sala 1914ê destpê kir, da ku danûstandina rojnamevanan ligel Koçka Spî û serokatiya Amerîkayê berfirehtir bike.