Rojekê piştî ku bajarokê Cisir el Şixûr kete dest şervanên opozisyonê, firokên şer yên hikûmeta Sûriyê ew bombebaran kir.
Bajarokê Cisir el Şixûr li bakur rojavayê Sûriyê dikeve. Ew duwem bajar e li parêzgeha Idlib ku di nava mehekê de ketiye jêr kontrola opozisyona Sûrî, bi serkêşiya rêxistina Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve.
Hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed nikarin heta nuha van deverên ku ji dest wan derketine careke din vegerînin, tevî hewildanên berdewam.
Komîteyên Hemahengiya Xwecihî û Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihandin ku êrîşên esmanî yên Yekşemê bajarokê Cisir el Şixûr bixwe kirin armanc. Ti raport li ser ketina qurbaniyan di encamê de tune ne.
Artêşa Sûriyê xwe dispêre hêza xwe ya esmanî da ku êrîşî mîlîtanên opozisyonê bike. Wê roja Şemiyê jî êrîş li Cisir el Şixûr û derdora wê pêk anî.
Çavdêriyê got, bi kêmî 27 kes, di nav de 20 şervan, li êrîşên wisa de tenê roja Şemiyê hatin kuştin.