Wezîrê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkî dibêje, jimara kesên ku bi qaçaxî ji sînorê başûr rojavayê Amerîka derbasî welêt dibin, kêm bûye.
Sala borî, jimareke mezin ji zarokên ku kes ligel wan nebû koçberî Amerîka bûn, lê birêz Jeh Johnson do Îniyê got ku îsal jimara zarokên ku hewil didin bi qaçaxî derbasî Amerîka bibin, bi rêjeya 45 ji sedî kêm bûye piştî kempeyneke bihêz jibo kontrolkirina sînor.
Birêz Johnson got, 151,805 girtinên ku di mehên dawî de li ser sînor çê bûne, daketiye 60 hezar girtin. Ev jî bi rêjeya 28 ji sedî ji girtinên heman demê ji sala bûrî ye. Di nav van jimaran de, zarokên bêkes, malbat û kesên tenha cih digirin.
Amerîka bi hikûmetên Meksîk û jimareke welatên din yên Amerîka Naverast re hevkariyê dike jibo agahiyên nedurist derbarê qanûn û rêbazên koçberiyê li Amerîka hilînin.