Karwan Van hunermendekî genc ji Duhok ye. Ew di hevpeyvîna xwe de ligel Dengê Amerîka dibêje ku huner cîhaneke taybet e û rastiya jiyana me bixwe ye.
Hunermendê genc dide zanîn, eger huner nebe, jiyan jî tune ye.
Karwan dibêje, divê hestekî taybet bê wî jibo ku karê wî baş derkeve. Atmosfer jibo Karwan gelekî girîng e da ku karibe hunera xwe berdewam bike.
Karwan, weku gelek hundermendan hez dike bi denge muzîkê re kar bike. Di kare wî de, ew dibêje, çav tiştekî taybet e jiber ku mirov hemû tiştan di çavan de dibîne.