Roja Şemiyê li navçeya Giyadîna Agirî ji aliyê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk ve festîvala biharê ya çandina daran hat lidarxistin.
Lê beriya ku festîval despê bike, artêşa Tirkiyê li wê herêmê opersyonek li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da destpêkirin.
Artêşa Tirkiyê got, "di encama operasyonê de çar leşker birîndar bûn, pênc terorîst hatin kuştin."
Çend rêvebirên HDP li Giyadinê bi armanca ku pêşî li operasyonê bigirin, weke mertalên zindî diçin herêma şer. Rêvebirekî HDPê yê Giyadinê, Cezmî Budak li wir hate kuştin, serokê Meyadera Giydinê jî birîndar ket.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Sakaryayê got, “PKK dixwaze pêvajo û aştiyê têk bibe. Malûm HDP bi vê çalakiya rêxistina terorê dixwaze dengê xwe zêde bike. Eger demokrasî, maf û azadiyê dixwazin bila bizanin ku ev bi çekan nabe, lê bi sindoq dengdanê û hilbijartinan bidest dikevin.”
Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan Selahattîn Demirtaş jî derbarê bûyerê li Enqerê got, “Jibo ku li meydana Sakaryayê propanagda xwe bikin li Agirî ev bûyer qewimî. Emê rê nedin jibo ku hûn kêfa xwe li qesrê bikin, zarokên vî gelî werin kuştin. Kî dixwaze ku bi hêza çekan dengê xwe zêde bike xwedê bela wî bide.”
Parlamenterê HDPê yê Agirî Halîl Aksoy, îro çû cihê bûyerê û ji Dengê Amerîka re derbarê bûyerê zanyarî parve kir. Birêz Aksoy got, "ev festîval her sal tê lidarxistin. Van çar leşkeran kemîn danîn. Operasyonek çê kirin. Hevalê me Cezmî tevî heft hevalên xwe, jibo operasyon raweste weke mertalên zindî çûn herêma operasyonê. Lê Cezmî Bûdak û şervanekî PKKê li wir ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin."
Birêz Aksoy ev bûyer weke provakasyon binav kir û got, "hatina leşkeran û despêkirina operasyonê bixwe provakasyon e. Leşker nehata tiştek nedibû."
Di raya giştî de metirsî heye ku di proseya hilbijartinê de bûyerên bi vî rengî rû bidin û provakasyon çêbin.