Serokê Amerîkî Barack Obama do Şemiyê gotûbêjên dîrokî ligel hevtayê xwe yê Kûbayê Raul Castro lidar xist. Birêz Obama got ku ew dixwaze rûpela dema Şerê Sar ligel hikûmeta Kûbayê bitewîne û pê re têkeve nav diyalogê.
Civîna ku ji mêj ve dihate çaverêkirin, li dema Hilcivîna Welatên Amerîka li Panama pêk hat. Ev cara yekê ye di 50 salî de ku rêberên herdu welatan li hev dicivin.
Wêneyên televizyonê birêz Obama ligel birêz Castro di odeyeke konferansan de nîşan dan ku jimareke karmend û wergêr ligel wan bûn.
Piştî civînê, Serok Obama ligel rojnamevanan axivî û got, ev gotûbêj dikarin bibin gaveke nû li vê dema ku Washington û Havana dixwazin peywendiyên xwe yên diplomatîk vegerînin. Wî herwiha got ku piraniya welatiyên Amerîkî û Kûbayî piştgiriya vê siyasetê dikin.
Serok Obama ne tenê ligel serokê Kûbayê kom bû, lê belê ew ligel Serokê Venezuela Nicolas Maduro jî rûnişt. Maduro dixwaze Amerîka sizayên xwe ji ser karbidestên welatê wî hilîne, jiber tawanên binpêkirina mafên mirov.
Maduro hergav Amerîka bi wê yekê rexne dike ku meytêkirina di karûbarên welatê wî de dike. Ew herwiha dibêje, Amerîka hewil dide hikûmeta wî biroxîne.