Medya Amerîkî dibêje, Hillary Clinton roja Yekşemê wê bi fermî berbijarîya xwe bo hilbijartina seroktîyê eşkere bike.
Xanim Clinton di sala 2008'an de jî berbijarîya xwe di kempeyna seroktîyê de danabû, lê hîngê Barack Obama bi ser ketibû û ser navê Partîya Demokrat bibû berbijarê seroktîyê.
Pisporên sîyasî bawer dikin ku Clinton di pêşbirka berbijarîya Demokratan de sîyasetvana herî hêzdar e.
Pirsnameye Gallup ya vê dawîyê nîşan dide ku 50 ji sedê beşdarên pirsnamê li ser Clinton xwedîyê nêrînên erênî, 39 ji sedê jî dîtinên neyênî ne.
Hêjayî bîrxistinê ye, eger Clinton di hilbijartinên seroktîyê de bi ser keve, ewê bibe yekemîn seroka Amerîkî ya jin.