Wezîrê Dervê yê Amerîka dibêje, Washington gelek di xemê de ye ku Îran piştgirî dide serhildayên Şîa li Yemenê, piştî ku Tehranê çend keştîyên şer şandibûn ber bi Yemenê.
Kerry di axaftina xwe ya bernama Newshour ya PBS de li ser kêşûeya Yemenê peyîvî.
Wî got ku Amerîka piştgirîya Îranê ya bo serhildayên Şîa, malzemeyên ku ji Îranê tên şandin û firokên ku her hefte ji Îranê tên Yemenê, ji nêzîk ve dişopîne.
Press TV ya ser bi dewleta li Îranê do Çarşemê ragihandibû ku keştîyên şer yên Îranî ber bi Yemenê ve rê ketine.
Hêjayî gotinê ye, şandina keştîyên Îranê di vê demê de tê, ku koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî, êrîşên ser serhildayên Şîa yên bi piştgirîya Îranê didomîne.