Leşkerekî Afganî îro Çarşemê teqe li hêzên Amerîkî li Celalabad kir û 1 ji wan kuşt û ew bi xwe jî di êrîşê de hat kuştin.
Teqekirin di wê demê de qewimî ku karbidestên herêmî yên Afganî ligel karbidestên balyozxaneya Amerîkî dicivîyan.
Demûdest eşkere nebû ku kî ew êrîş pêk anîye, lê karbidest vekolîna xwe didomînin.