Îran yek ji hêzên sereke ye li Rojhilata Navîn û rêbertiya Şîa yên cîhanê dike hember welatên Sunne. Ev jî bûye egera ne aramî û şer û pevçûnan li seranserî herêmê, wekî şerê niha li Sûriyê, Îraq û Yemenê.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Bengî Haco dibêje, hevrikiya Ereb û Farisan dîrokeke dirêj heye, lê ew niha xuya dike şerekî mezhebî yê tund e û wê demdirêj be.
Dr. Haco herwiha got, çi alî ji şerê niha yê Rojhilata Navîn bi qezenc dernakeve, ji bilî bazirganên çekan jiber ku ti qezanca şerî jibo gelan nîne.