Êrîşvanekî xwekuj îro Pêncşemê herî kêm 17 li herêma Khosta ya Afganistanê kuştin û 50 kesên din jî birîndar kirin.
Berdevkekî hikûmeta herêmî ji Dengê Amerîka re got, êrîşvan xwe de nav girseyeke xwenîşandanan de peqand ku jibo dizî û bertîlgirtina karbidestên hikûmetê xwepêşandan dikirin.
Hêjayî gotinê ye bizavkarên civata sîvîl û çend parlamenter pêşengîya wan xwepêşandanên dijî hikûmetê dikirin.
Hate ragihandin ku qanûndanerekî Afganî Homayoun Homayoun jî di nav kesên birîndaran de ye.
Talîbanê duyanîyel belav kir û got ku peywendîya wan bi wê êrîşê tuneye.