Hêzên Îraqî îro Çarşemê li Tîkrîtê berdewam şerê endamên Dewleta Îslamî dikin ku hewlên xwe yên çend hefteyî dawî bînin û bajêr careke din bînin bin kontrola xwe.
Wezîrê Navxweyî Mihemed Selîm el-Ghabban got, hêzên Îraqî hewil didin ku cîhên dawî yên mayî ji DAIŞê paqij bikn.
Serokwezîr Hayder el-Abadî rojekê berê pîrozbahî li hêzên Îraqî kiribû û pêşketina hlzên xwe wek gaveke dîrokî nav kiribû.