Welatiyên Nejîryayê îro Duşemê li hêviya karbidestên hilbijartinan man jibo jimartina dengan û ragihandina encamên du rojan ji hilbijartinên niştimanî li welêt.
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Nejîryayê derengî Yekşemê got ku ewê nîvê roja Duşemê dest bi prosesa jimartina dengan bike û dengan ji hemû stanan bide hev.
Heta ku hilbijartinan bêyî gera duwem bidest bixe, kandîd pêdivî bi bidestxistina piraniya dengan li seranserî welêt heye. Ji bilî wê jî, divê bi kêmî 25 ji sedî ji rêjeya dengan li 24 stanên Nejîrya û paytext welêt bidest bixe.
Serok Goodluck Jonathan ku ji sala 2010 de serok e, vê carê rastî rikaberiyekê ji aliyê rêberê leşkerî yê berê Muhamadu Buharî ve tê. Partiya Serok Jonatan ji sala 1999 di desthilatê de ye.