Ajans NY ya ku piştgiriya penaberên Filestînî dike dibêje ku tenê çar ji sedî ji rêjeya pereyê bo karê wê yê awarte li Sûriyê îsal heta nuha hatiye terxankirin.
Berdevkê UNRWA Christopher Gunness dibêje, ajans pêdivî bi dora 250 milyon dolar heye da ku piştgiriya programa wê bike. Di vê programê de pere li dora nîv milyon penaberên Filestînî li Sûriyê tê belavkirin.
Birêz Gunness dibêje, eger ev pere demûdest nehate misogerkirin, ewê ajansa wê neçar bimîne ku programa xwe piştî çend rojan rawestîne.
Gunness ev agahî ji Kuweytê dan ajansa Associated Press ya nûçeyan. Ew nuha li wir e jibo beşdariya konferansekî navneteweyî li ser komkirina pereyan jibo hewildanên alîkariya mirovahî li Sûriyê.