Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Dema Ketina Firoka Germanwings de Pîlotek Ne li Cîhê Xwe Bû


Raportên medyayî dibêjin, vekolêr di wê bawerîyê de ne ku dema firoka Germanwings ber bi erdê ve nizim dibû, firokevanek ne li nav kokpît bû.

Li gor tomara çend sanîyên dawî ya “qutiya reş”, ku do hatibû dîtin, yek ji pîlotan çûbû dervayê kokpît û hewil dida ku careke din têkeve wê derê.

Heta niha zelal nebûye ku pîlotê behskirî kî ye û ew çima jiber çi sedemê ji kokpît derketiye.

Di ketina firoka Germanwings ya Almanî de 150 rêwî hatibûn ku piranî Îspanî û Alman bûn û 16 xwendekar jî di nav qurbanîyan de hebûn.

Hatibû ragihandin ku kesên ji Tirkîyê, Hollanda û Avusturya jî di nav rêwîyan de hebûn.

XS
SM
MD
LG