Bizavên lêgerîna paşmayîyên firoka Airbus A320 ya kompanya Germanwings, ku roja Sêşemê li Fransa ketibû xwarê, didomin.
Wezareta Navxweyî ya Fransî radigihîne ku “qituyên reş” yên firoka Germanwings 9525 hatin dîtin û vekolîn didome ku sedema rûdanê bêne zelal kirin.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokê Fransa Francois Hollande û Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy, çaverê ye ku îro Çarşemê herin cîhê bûyerê.
Firoka Alman do Sêşemê ketibû xwarê, dema ji Barselona diçû Dusseldorf.
Di nav firokê de 150 rêwî hebûn ku piranî Îspanî û Alman bûn û 16 xwendekar jî di nav qurbanîyan de hene.
Hat ragihandin ku kesên ji Tirkîyê, Hollanda û Avusturya jî di nav rêwîyan de hebûn.