Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirkîyê bi Sedema Biçûkxistina Erdogan Ceza Dide Karîkaturîstan


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Kovareke mîzahî ya rexnegirî dibêje, dadgehê 11 meh cezayê zindanîkirinê da 2 karîkaturîstên wê, bi sedema ku wan Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biçûk xistine.

Rêvebirên kovara Penguen dibêjin dadgehê cezayê Bahadir Baruter û Ozer Aydogan qulipand cezayê diravî.

Li gor biryarê divê her du humermend bi qasî 7000 hezar lîrayên Tirkî anku $2700 ceza bidin.

Berê jî jimareke kesên din bi heman sedeman hatibûn darizandin, ku ew yek di bîra giştî de wek bêdengkirina cudabîran û dortengkirin azadîya ramanê tê dîtin.

XS
SM
MD
LG