Bi dirêjahiya dîrokê Newroz bûye roja berxwedan û qurbanîyan, lê Newroza 2715 pir xemgîn bû jiber şerê dijî terorê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Gelek bang li nav Kurdan dihatin kirin ku şahiyên Newrozê neyên kirin. Lê belê, hinek kesên din dibêjin, Newroz rojeke neteweyî ye û divê di hemû deman de were pîroz kirin.
Nivîskar û rojnamevan Farûq Hecî Mustefa gote Dengê Amerîka xwîn û xweşî li Newrozê tevlî hev dibe, ev jî nîşana berxwedana mana gel e, lê divê kirdarên ewlehîyê baştir bibin.
Birêz Mustefa herwisa got, zor girîng e hemahengî di navbera gel û dezgehên ewlehîyê de hebe jibo parastina hemû aliyan.