Çend zarokên şên ku em wan dibînin ku li ser kolanên Stenbolê bi leyistokên xwe re mijul in, penaberên Kurd yên Sûrîyê ne.
Zarokên ku jiber şerê navxweyî yê li Sûrîyê ji neçarî tevî malbatên xwe revîyane û bûne penaber li nav milyonan şênîyên Stenbolê, li kêleka otorêyekê li bin dengê motorên trimbêlan jîyana xwe didomînin.
13 malbatên Kurd ji bajarên Kurdistana Sûrîyê tevî 28 zarokên xwe yên ku piranîya wan hurik in, li ber çend avahîyên bilind erdeke vala ji xwe re kirine stargeh.
Ew li gor derfetên xwe û alîkarîya xelkê derdorê debara xwe ya jîyanê dikin.
Ji nav van 13 malbatan ciwan û mezinên wan bi pereyên hindik be jî berê xwe dane xebatê û li gor karîna xwe curbecur karan dikin.
Hinek kaxezan ji ser sergoyan berhev dikin û difiroşin, hinek ji wan jî li kargehên cuda cuda jibo çend qirûşan qezenc bikin, bêyî ti ewlehî û misogerîyeke kar dixebitin.
Bavê 5 zarokan Nûrî Reşîd, dema ku li ser jîyana xwe ya li nav xirbeya ku tê de dijîn, li ber dengê çûnûhata trafîkê agahîyan dide û dixwaze çavê wî yê ku baş nabîne were derman kirin.
Her çiqas van malbatên penaber, konê xwe li nav parkan, li kêleka otorêyan û qûncekên veşarî yên bajaran vedabin jî, ew tim li ber çavê me dikevin û bi awirên xemgîn li bendê ne em destên wan bigirin.
Hejmara penaberên Sûrîyê yên li Stenbolê baş nayê zanîn, hin raport dibêjin ku dora 400 hezar penaberên Sûrîyê li wî bajarî dijîn.