Serokê Sûriyê Beșar el Esed îro Dușemê got çavê wî li riya kiryaran e ji aliyê Washington ve ku bêne girêdan bi axaftina Wezîrê Derve John Kerry, ku rojekê berê erêniya guftogoyan ragihand li gel serkirdeyên Hikûmeta Sûriyê.
El-Esed li axaftina ya li gel tifizyona Îranî ku mîdya Sûrî ragihand got "em hîn daxuyaniyan dibîhîsin û pêwîste em çavdêriya kiryaran bikin û piștre biryarê bidin."
Di hevdîtinekê de roja Yekșemê, Kerry got Amerîka dawiya dawî divê bigihe rêkeftinêkê ji bo guhestineke siyasî ji desthilatê re li Sûriyê ku çar sal derbas bûn li ser șerê wê yî navxweyî û bêhtirî 200 hezar kes hatin kuștin.
Tê zanîn, Amerîka beșdare di êrîșên berdewam li bakur û rojhilata Sûriyê de, cihê ku çekdarên Daiș ji sala borî gelek navçe dorpêç kirin û bûne dijminê hevbeș yê Dîmeșq û Washington.