Şanogerê Kurd Mehmet Erbey, bi pêşandana xwe ya yek kesî ku bi navê ‘Qirdik’ çand û şêweya jîyana Kurdan radixe pêş çavan, bala temaşevanan dikişîne ser xwe.
Pêşandana şanoya yek kesî ango Stand Up karekî zehmet e û li nav Kurdan jî wek hunereke cuda û nû tê nirxandin.
Ew, demek berê li Stenbolê bi pêşandana Qirdik li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê derket pêşberî temaşevanên ciwan ku me jî li wir derfet dît li ser navê Dengê Amerîka pê re sohbet bikin.
“Zemanê berê di civatên Kurdan de ji kesên henek dikirin re “qirdik” digotin û ti kes ji henekên wan aciz nedibû. Min jî xwest wî navî bidim jîyandin.”
Mehmet Erbey, li ser zehmetîya vê hunerê wiha dipeyive.
“Ez bi tena serê xwe li ser dikê me. Heger nikaribim bi çîrok û pêkenokên xwe bala temaşevanan bikişînim, ew dika ku li ser im wê ji min re bibe mezel.”
Şanogerê Kurd, ji rojeva sîyasî heta serpêhatî û têkilîyên nav jîyanê hemû babetên civaka Kurdan di vê lîstika xwe de bikar tîne.
“Ez li ser dikê sîyasetê nakim, lê sîyasetê bi rengekî hunerê bikar tînim û kêmasîyan rexne dikim.”
Ew ligel ku ev salek e li ser dikê ye jî vê pêşandana xwe wekî ceribandin dinirxîne û dixwaze ev huner li nav Kurdan bêhtir pêş bikeve.
Mehmet Erbey, hêvî dike li demên pêş li beşên din yên Kurdistanê û her deverên ku Kurd lê koçber bûne jî Qirdikê pêşkeş bike.