11 endamên leşkerîya Amerîkî hinda ne, piştî ku helîkoptera wan derengîya Sêşemê li Florida ket xwarê.
Berdevkekî leşkerî li Bingeha Hêzên Esmanî ya Eglin got, bizavên legerînê encam dan û perçeyên helîkopterê îro sibe hatin dîtin.
Hate ragihandin ku 7 ji rêwîyên helîkopterê Marin bûn ku diçûn Camp Lejeune ya li North Carolina.
CNN radigihîne ku di dema bûyerê de mijeke stûr li deverê hebû û ew yek bû sedem ku rûdan pêk were.