Çalakvanên Sûrî dibêjin êrîșên esmanî yên bi serkirdayetiya Amerîka li parzingeheka niftê dan û di encamê de 30 kes hatin kuștin.
Çavdêriya mafê mirov ku bingeh li London e û torekê ji çavkaniyan li seranserî Sûriyê bikar tîne ji bo șopandina tundûtijiyê, got Daiș wê parzingehê bi rêve dibe û ev tê wateya ku kuștî ji çekdar û karkeran in.
Firokên șer yên Kuwalisyonê ku piștgiriya artêșa Îraqî dikin di hewilên wê de ji bo vegerandina navçeyên di bin destê Daiș de, wan bêhtirî 2,300 êrîșên esmanî li Îraq û Sûriyê birine ser Daiș ji meha tebaxê de, li gor agahiyên wezareta derve ya Amerîka.
Ev êrîș jê tê piștî daxwaza hikûmeta Îraqî ji bo alîkariya parastina Entîkeyên welat, ku bûne armanca hilweșandinê ji aliyê çekdarên Daiș ve.
Di vê derbarê de sikirtêrê giștî yê neteweyên yekgirtî Ban Ki-moon di daxuyaniyekê de got ew "dilgirane" li ser hilweșandina șûnên kultûrî, di nav wan de jî șûna kelepora çihanî ya UNESCO li Hatra li bakurê Îraqê.