Roja 8ê Adarê li seranserî cîhanê ahengên destkeftiyên jinan di warê siyasî û civakî û abûrî de tên gerandin. Li heman demê, berxwedana jinan jibo bidestxistina mafên wekheviyê tê piştrast kirin.
Li aliyekî jin di navbera stemkariya kultûr û adetan di ber xwe de dide û li aliyê din, zordariya qanûn û sîstemên hikûmetan dinale.
Di vê bernama taybet de, Dengê Amerîka mêvandariya çalakvan û nivîskar Kinêr Ebdulla ji Başûrê Kurdistanê û çalakvana mafên jinê Bêrîvan Ehmed ji Rojavayê Kurdistanê dike.
Xanim Kinêr Ebdulla dibêje, destûdarê jinan li herêma Kurdistanê bipêşve naçe û nehatiye geşekirin, jiber ku desthilatdariya siyasî bawerî bi mafên jinan nîne.
Ji aliyê xwe ve, xanim Bêrîvan Ehmed dibêje, li Sûriyê rewşa jinan li ser destên rejîma Esed û Daîş zor xirab bûye. Lê berxwedana şervanên jin li Kobaniyê rastiyeke din anî holê.