Partiya Aștî û demuqrasiyê (BDP) dibêje serkirdeyê girtî yê gurûpa serhildêr (PKK) rêzdar Ebdella Ocelan banga piștgirên xwe dike ku tevlî kongirekî bibin li Tirkiyê ji bo danîna çekan. Ev ragihandin hat piștî axaftina li gel hikûmetê. Niwênerê (BDP) Sirri Sureyya Onder, di xwendina daxuyaniyê de biryar wek kilîta hewlên aștiyê anî ziman û got:” Ev ragihandineke dîrokî ye ji bo viyana guhertina têkoșîna çekdarî bi siyaseta demukrasî.”
Danîna çekan bûye bend li pêș hewlên bidawî anîna çel salî ji rikberiyê ku di encamê de 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. PKK șer dike ji bo mafên berferehtir yên pêkhateya Kurd li Tirkiyê.
Hikûmet dibêje pêwîste danîna çekan dest pê bike berî ragihandina çi çaksaziyan. Lê daxwaza (PKK) û serkirdeyên Kurdan ewe ku Hikûmet dest bi vê livê bike.
Yalcin Akdogan, Cîgirê serok wezîrê Tirkiyê, gava serkirdeyê (PKK) wekû gaveke girîng nirxand û got:”Em gihiștin xaleke girîn di proseya lihevkirinê de. danîna çekan dê hevkar be di pêșketinên demukrasî de.”
Çi rojên destnîșankirî nahatin danîn ji bo kongirê danîna çekan ji bilî ku ewê di buharê de be. Ragihandina șemiyê dê zexmekê bide piroseya aștiyê, Ku çavdêr dibêjin ew girînge li gel hilbijartinên giștî yên meha hizêranê û herdû alî jî; partiya (AKP) ya desthilatdar û (BDP) ya alîgira Kurdan, hêvî dikin ku behrên xwe ji piroseya aștiyê wergirin.
Lê kelemên mezin hîn li darin. Hikûmet berdewame di derbaskirina yeseyeka parastinê ya cihê guftûgoyê ku gurûpên alîgirên Kurdan wê pirotesto dikin û dibêjin renge ew piroseya aștiyê hilweșîne. Serkirdeyên (PKK) yên li Kurdistana Îraqê dimînin, ketin gumana niyazên hikûmetê.
Danîna çekan her wiha dijwar dibe bi șerê dijî Daiș. Serhildêrên (PKK) li gel gurûpên Sûrî di eniya pêșîn de șer dikin dijî Jîhadiyan.