Serokê Amerîkî Barack Obama rêkeftinên bazirganiya azad bilind nirxand û got, ewê ev rêkeftin karên Amerîkî di abûriya sedsala 21ê de serkeftîtir bikin.
Di gotara xwe ya heftane îro Şemiyê de, birêz Obama got, peyman û rêkeftinên berê soza alîkariya karkerên Amerîkî bicih ne anîne û ne jî li gorî pîvan û standardên kar û jîngehê li Amerîka bûn.
Lê Serok Obama da zanîn ku ew yek nayê wê wateyê ku Amerîka xwe jibo derfetên nû amade neke û rê bide welatên din ku paşeroja wê ya abûrî destnîşan bike.
Serokê Amerîkî got, divê Amerîka van derfetan bidest bixîne, jiber ku ew karên baş bi dehên salan peyda dikin.
Di vê derbarê de, Serok Obama bang li Kongresê kir ku qanûna belavkirina bazirganiyê pêk bîne. Wî got, ewê qanûnek ji aliyê herdu partiyan parastina karkerên Amerîkî bike û karên Amerîkî bi Asya û Ewropa re pêştir bixe.