Li Tirkîyê ligel hewildanên berdewamî yên xizmên girtîyan û dezgehên mafê mirovan, hê jî 228 girtîyên bi nexweşîyên giran re têdikoşin, nehatine azad kirin.
Li gor raporta Komîsyona Girtîgehan ya Komela Mafê Mirovan (IHD) di salekê de, bi qasî 40 girtîyên nexweş li zindanê can dane û 228 jê nexweşên giran 578 girtîyên nexweş jî li benda çareserîyekê ne.
Piranîya girtîyên nexweş li gor zanyarîyên xizmên wan, nikarin bêyî alîkarîyan lazimîyên xwe yên jîyanî bi cî bînin û pêdivîya wan bi alîkarîyê heye.
Parêzer Gulîzar Tuncer ku di heman demê de, di Komîsyona Girtîgehan ya IHD de kar dike, ji Dengê Amerîka re rewşa girtîyên nexweş dinirxîne.
“Sazîya Tiba Dadwerîyê ligel giranbûna rewşa girtîyan jî raport û belgeyên jibo azadkirina wan nade. Dîsa, dema ev sazî ji neçarî biryara azadkirina girtîyan dide jî, şertê ku metirsîya wan li ser civakê çênebe dide pêşîya wan. Ev jî dihêle tevî hebûna belge û raportan jî ew girtîyên nexweş neyên azad kirin.”
Girtîyê nexweş yê bi navê Bakî Kaplan, ku 23 sal berê hatiye girtin, ligel giranbûna saxlemîya wî hîna nehatiye azad kirin û li benda çareserîyekê ye.
Mahmut Mete ku xizmê Bakî Kaplan dibêje, “Dema hatiye girtin gelek êşkence lê hatiye kirin. Niha tevî ku rewşa saxlemîya wî pir xerab e jî ew nayê berdan.”