Karbidestên Îraqî dibêjin, êrîşvanekî xwekuj 6 leşker û çekdarekî Şîa li bakurê Bexda kuştin ku şerên giran ligel çekdarên Dewleta Îslamî li wê derê diqewimin.
Karbidestên polîsan dibêjin, êrîşvan otomobîla xwe ya bombebarkirî ajot ser xaleke kontrolê li bajarê Samara, ku leşkerên Îraqî û çekdarên Şîa lê nobedarî dikirin.
Karbidestên nexweşxanê jî ragihand ku 4 çekdarên Şîa û 2 leşkerên Îraqî hatin kuştin, 16 kesên din jî birîndar bûn.
Demûdest ti kes berpirsîya êrîşan bi ser xwe ve negirt, lê Samara û deverên derdora wê berdewam bi din êrîşên Dewleta Îslamî de ne.