Ev bûye demek ku endamên parlamena Tirkiyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar "pakêteke ewlekariyê" pêşkêşî parlamenê kirine ku tê de bêtir desthilat û hêz dê têkeve destên polîs.
Partiyên opozisyonê, di nav de jî Partiya Demokrasiya Gelan (HDP), dibêjin ev pakêt ziyanê digihîne prosesa demokrasiyê li Tirkiyê û pêvajoya aştiyê di navbera hikûmetê û Kurdan de têk dibe.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê parlamena Tirkiyê yê HDPê Hasîp Kaplan dibêje ku ev pakêt şêweyekî nû ye jibo pêkanîna faşîzm û dîktatoriyê li Tirkiyê.
Birêz Kaplan herwiha got, ev pakêt Kurdan di asta yekê de dike armanc û bûyerên Kobaniyê wekî behane bikar tîne.
Bêtir agahî û şirove di dirêjahiya vê hevpeyvînê de.