Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, hunermend Elind Doskî behsa hewildanên xwe jibo alîkariya penaberan li Herêma Kurdistana Îraqê dike.
Hunermendê ku li welatê Holandayê dijî, rêxistinek jibo alîkariya zarokên penaber ava kiriye. Di vî dawî de ew dibêje, zarok pêdivî bi alîkariyê hene jiber ku ew paşeroja Kurdistanê ne.
Birêz Elind herwiha dibêje ku rewşa Kurd û Kurdistanê barekî giran e ku divê hemû hunermend hilgirin ser milên xwe.