Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di bernameya (Meet The Press) a roja yekșemê ji bo bînerên tilfîsyona Amerîkî NBC Koalisyoneke pêgir ji hemî demê berê bêhtir diyar kir, bi taybetî piștî șewitandina firokvanê Urdunî Muaz al-Kesasbe ku di vîdyoyekî de hefteya berê hat belav kirin.
Kerry got: “Dubare teqez kirina berbiçav a pêgiriyê li seranserî cîhana Erebî xurt û hander bû. Ango evin tiștên bûyî: 22 ji sedî ji navçeyên niștecîbûyî, berê hatin vegerandin, û ev jî bêyî çi êrîșên mazin ji aliyê me de. Ev li gel keda artêșa Îraqî ku rahênana wî dibe û careke din li ser lingê xwe radiweste ji bo vegerandina hindek navçe ku dest bi pêkanîna wan bûye. Me rêjeyeke girîng ji serkirdayetiya Daiș a bilind têk biriye. Serkirdayetî û kontrola wan tê hilweșandin. Ew nema dikarin pêwendiyan bi awakî vekirî wek berê bikin. Wek berê nikarin bi karwanan biçin û bên, an jî li cihên wiha ew rastî metirsiyek mezin dibin.”
Kerry lê mukur tê ku hîn gelek maye bête kirin û hewlên têkbirin û hilweșandina Daiș ew pirojeyeke dem dirêje. Her wiha ew dibêje artêșa Îraqî hîn ne amadeye li dijî Daiș bilive, û dê ji bo wan șașiyeke mezin be eger bilivin berî ku amade bin.
Generalê xanenișîn John Allen dibêje di hefteyên bê de, dê êrîșeke mezin li ser erdê bibe bi serkirdayetiya Îraqê. Di axaftina xwe de li gel acanasa Urdun a nûçeyan Petra roja yekșemê , Allen dibêje hêzên Îraqî bi rawêjkariya hevkarên Koalisyonê, pira Mûsil bidest xwe xistin. Ew dibêje riyên Daiș yên sereke bo Mûsil û her wiha dergehê Rebî’a yê sînorî bi Sûriyê re hatin girtin.
Sandê Amerîka dibêje Amerlî li Bakurê Îraqê ku hatibû dorpêç kirin ji aliyê Daiș de niha azade. Di dema ku Pirê Haditha li ser çemê Ferat nema di bin gefê de ye.
Allen dibêje endamin ji koalisyonê ku di nav wan de jî rawêjkarin ji Australia, Newzîland, Ispanya, Portogal, Belcîka, Holenda, Danîmark, Almaniya ,Frensa û Îtalya, ew rahênana hêzên Îraqî li çar kampan dikin di amadekariyên red kirin êrîșan de.
Șandê ku yekșemê li ser bernameya ( ABC This week) axivî, dibêje șewitandina firokvanê Urdunî bû agir û li ser Daiș vegeriya û yekbûnek di nabvera endamên koalisyonê yên Ereb de ava kir:
“ Ew bêhneke pir girînge jib o hevalbendên me yên Ereb di koalisyonê de û ez bawerim di nav koalisyonê de bi awakî berferehtir, dê bibe yek ji wan behnên ku dê yekîtiyek zêdetir durist bike.”
Serokê encûmena parastina navxweyî ya Perlemana Amerîkî, senator Michael McCaul, dibêje erîșên esmanî yên biserkirdayetiya Amerîka têne sînor kirin û ew alîkariya vehewandinê dikin, ne hilweșandinê. gurûpa Daiș, ew dibêje gefekê disepîne li ser parastina navxweyî ya Amerîka:
“Me 50 hezar çekdarên Daiș yên xurt û geș dibin hene. Derdora 15 hezar ta 20 hezar șervanên biyanî hene li gel 5 hezarên ku wan passportên rojava hene. Me bi sedan Amerîka hebûn ku çûn da ku li herêmê șer bikin û hinek ji wan vegeriyan. Dêmeg em behsa hovan dikin ku li ber dergehin. Pêwîste em wan li dûrî dergehê xwe bihêlin û çavdêriya ewên dergeh derbas kirî bikin. Ev pirsgirêkek rijdî ye ji bo parastina nav xweyî.”
Wek nîșan ji bo êrîșên meha berê li firensa ku di encamê de 20 hatin kuștin, McCaul dibêje ew naxwaze tiștê li Frensa bûyî bibîne li Amerîka dibin.