Ajansa fermî ya nûçeyan li Tûnisê dibêje ku desthilatdaran 32 tundrê girtine û planeke wan rawestandine jibo êrîşbirina ser deverên sivîl û leşkerî li seranserî welêt.
Ajansa TAP ya nûçeyan li ser zarê Mihemed Elî Larûhî, berdevkê Wezareta Hundir got ku hinek ji wan kesên girtî, li welatên ji derve wekî Sûriyê mabûn.
Ragihandina roja Şemiyê hat, li dema ku hikûmeta nû ya Tûnisê tê ser desthilatê piştî veguhestineke dirêj ber bi demokrasiyê ve. Gava sereke ya hikûmeta nû ew e ku şerê tundrêbûnê li Tûnis bike. Tundrêbûn li Tûnisê zêde bûye, ji dema ku xwepêşanderan desthilatdariya otokrat sala 2011ê roxand.
Berdevkê Wezareta Hundir herwiha got, hîn lêgerîna li bergumanên din berdewam e, û desthilatdar bi taybet çavê xwe datînin ser wan kesên ku ji Sûriyê vedigerin.
Hêjayî gotinê ye, jimareke mezin ji welatiyên Tûnisê tevî rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) û grûpên din yên tundrê li Sûriyê û Îraqê bûne.