Mîlîtanên Dewleta Îslamî dibêjin, karmendekî xêrxwazî yê Amerîkî ku di destê wê grubê de dîl bû, di êrîşeke esmanî ya Urdunê de hat kuştin.
Ew îdia ji alîyê koma îstixbaratî ya bi navê SITE ve hate gotin, lê karbidestên Amerîkî heta niha ew raport piştrast nekirin.
Urdun êrîşên xwe yên esmanî li dijî DAÎŞ zêde kirine, piştî ku firokevanê wê ji alîyê mîlîtanên wê komê ve, bi awayekî nemirovane hatibû kuştin.