Serokê Amerîka Barack Obama budceyekê bi 4 trilyon dolar îro Duşemê dişîne ji Kongresê re ku tê de bacê li ser Amerîkiyên dewlemend û kompanyan zêde dike û dahatê zêde bikar tîne jibo rewşa malbatên ku ziyan ji ber krîzên abûrî dîtine baştir bike.
Di heman plana budceyê de, Serok Obama herwiha astengiyan ji ser programên leşkerî û xwecihî hiltîne ku di sala 2011 de hatibûn danîn. Di budceya nû de 478 milyar dolar hatiye terxankirin jibo programên avakirina rêkên giştî, pir û pêşxistinên çûnûhatinê.
Rêvebiriya Obama dibêje, budceya nû stratejiyekê bi xwe re tîne jibo bihêzkirina xelkên çîna navîn û malbatên karker.
Hêjayî gotinê ye, Komariyên ku Kongresê kontrol dikin li dijî van siyasetên abûrî yên Obama ne û tê çaverê kirin ku pêşniyara budceya wî red bikin.