Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyeke taybet ya televîzyona dewletê TRT’ê de, li ser pirsên rojnamevanan babetên rojevê nirxandin.
Serokomarê Tirk di bernameya şeva Pêncşemê de, li ser alîkarîyên Koalîsyona Navnetewî ya şerê dijî DAIŞ’ê li Kobanê rexne dike.
“Êrîşên asmanî vala derketin. Niha wê kî wê derê ava bike? Divîyabû ev operasyon li ser rejîma Sûrîyê bihatina kirin. Tê xwestin ku li wir jî mîna bakurê Îraqê, bakurê Sûrîyê ya nû ango herêmeke Kurdistanê were ava kirin. PYD pêkhateya PKK’ê ye. Hûn çekan didin wan, gelo wê çi bi van çekan were?”
Serokomar Erdogan, li ser pêvajoya çareserîyê dibêje ku bi nêzîkbûnên xwe PKK û HDP ne samîmî ne, ti rê û rêbazeke pê bimeşîn û fermanê jê bistînin tune ye.
Erdogan, li ser sed salîya rûdanên 1915’an ku li gelek deveran wek qira Ermenîyan tê binav kirin, dibêje ku dîasporaya Ermenîyan bi hewildanên xwe dixwaze vê pêvajoyê bi Tirkîyê re bi rêya şer û pevçûnê birêve bibe.