Endamê Erebên Sunî yên Perlemanê Îraqê û Encumenê parêzgeha Musilê dibêjin şervanên Êzdî li Şingalê jimareka hêrîşên tolestandinê kirine ser gundên Ereban li devera Şingalê û sivîl û medenî kûştine. Lê endama Êzdî ya Perlemanê Îraqê Viyan Dexîl dibêjit, şervanên Êzdî bi piştevaniya Pêşmergeyan, herêmên xwe ji milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞ paqij dikin û renge sivîl bên kuştin. Ev babet bu egera dirûstbûna girjiyan di perlemanî de.
Xanim Viyan Dexîl gote Dengê Amerîka, Êzdî qet bi mebest hêrîş nekirine ser Ereban, belkû ew jin û zarokên Ereban diparêzin.
Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo di gel Viyan Dexîl, faylê deng veke;