Piștî agahiya rizgarkirina Girê Kaniya Ereban, hêviya rizgarkirina seranserê bajarê Kobaniyê, di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir.
Li Bajar û navçeyên Kurdan şahî pîrozbahiyên mizgîniya rizgarkirina Kobaniyê hatin lidarxistin.
Li Amedê, bi hezaran kes li ber avahiya Partiya Herêmên Demokrat (DBP) kom bûn û bi dirûşmên berxwedana Kobaniyê şahî kirin. Bi sedan ciwan li ber def û zirên govend gerandin û kilamên li ser berxwedana Kobaniyê gotin.
Hevseroka DBPa Amedê Hafîze Îpek bi kurtasî derbarê vê pêşketinê agahî da û got Kobaniyê Azad bûye.