Adem Geverî yek ji damezrênerên Hereketa Azadî li Kurdistanê ye. Hereketê piştî konferansa xwe ya meha Êlûna bûrî navê xwe guhert û bi fermî nuha wekî partiyeke siyasî xebatê dike.
Adem Geverî li Amedê, ji Dengê Amerîka re behsa kar û xebatên Hereketa Azadî dike.
Birêz Geverî di damezrandina hereketa Azadî de cî digire û dibêje, “Hereketa Azadî bi hukmê partî li Kurdistanê kar û barên sîyasî dike, herketeke îslamî ye lê li ser esasên Kurd û Kurdistanê tevdigere.”
Birêz Geverî herwiha dibêje, neteweperwerî divê ne li ser îdeolojiyan ava bibe, divê herkes bikare li Kurd û Kurdistanê xwedî derkeve, lê nabe li ser îdolojiya xwe Kurd û Kurdistanê biguhere.
Dirêjahiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.