Li gorî karibdest û çalakvanên Kurd radigihînin, rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) ya terorîst ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hatine qewirandin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye û karbidestê Kurd Îdrîs Nesan gotin ku şer li hinek deverên rojhilatê bajarê Kobaniyê ligel çekdarên Daîş berdewam e, lê ew bi temamî ji bajêr hatine derxistin.
Êlûna bûrî, çekdarên tundrê yên Daîş girtin ser Kobaniyê û 300 gundên derdora wî. Di encama wê kempeynê de bi deh hezaran xelk bûne penaber.
Lê çend hefte piştî êrîşa Daîş, firokeyên şer yên koalisyona navneteweyî dest bi êrîşên xwe yên asmanî li dijî armancên Daîş li Kobaniyê kirin. Bi alîkariya van êrîşên asmanî û piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê, şervanên Kurdên Sûrî dikarîbûn hêdî hêdî kontrola xwe vegerînin nav bajêr.