Herdu kurên serokê berê yê Misirê Husnî Mubarek ji zindaneke Qahîre hatine azad kirin.
Karbidestan got ku Ala û Cemal Mubarek îro Duşemê ji Zindana Torah hatin berdan, piştî dora çar salan ji zindankirinê. Ew yekser piştî serhildana ku rejîma bavê wan ji desthilatê avêtibû, hatibûn girtin.
Hefteya bûrî, dadwerekî fermana azadkirina wan bi kefalet da.
Herdu kur û bavê xwe hîn li ser dozeke sextekariyê tên darizandin, piştî ku destpêka vê meha pêdaçûnek bidest xistin. Birêz Mubarek bi sê salan zindan hatibû cezakirin, lê herdu kurên bi çar salan zindan li ser heman dozê hatibûn cezakirin.
Husnî Mubarek hîn li nexweşxaneyeke leşkerî hatiye hiştin, lê ti tawanbarî li dijî wî nemane.
Berdana îro Duşemê ya zarokên Mubarek tê, rojekê piştî ku xwepêşanderan li Misirê salvegera serhildana 2011 bibîr anîn. Di encama pevçûnan de do Yekşemê navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê li Qahîre û deverên din, bi kêmî 18 kes hatin kuştin.