Karbidestên Ukraynî dibêjin, di êrîşeke topî de li hember otobusekê herî kêm 13 kes li bajarê Donetsky ya rojhilata wî welatî hatin kuştin.
Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk di daxuyanîyeke nivîskî de “terorîstên Rûsî” jiber êrîşê tawanbar kir.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov jî got, hêzên Ukraynî ji wê bûyera provakatîf û tawana dijî mirovahî berpirs in.