Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe daxwaz ji rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) kir ku demûdest du dîlên Japonî azad bike. Di vîdyoyekê de du welatiyên hatin nîşandan ku hin çekdar gefeya kuştina wan dikin eger Japon 200 milyon dolar di ber wan de neda.
Birêz Abe îro Sêşemê tûrebûna xwe derbirîn kir, çend demjimêran piştî ku mîlîtanên Daîşê vîdyo belav kirin tê de çekdarekî Înglîzî-axêv kêrek li ber du girtiyên bi cilên oranj giritye.
Mîlîtanê rûnixumandî herdu girtî bi navê Kenji Goto û Haruna Yakawa da nasîn û rexne li Japonê kir jiber piştgiriya wê ya “bêhiş” jibo operasyonên leşkerî yên Rojavayî li dijî Daîş.
Hêzên Japonî ne beşek in ji koalisyona navneteweyî bi rêvebiriya Amerîka ku bêtirî 1700 êrîşên asmanî li dijî Daîş li Îraq û Sûriyê pêk anîne.
Serokwezîrê Japonê Şemiya bûrî soz da ku 200 milyon dolar wekî alîkariya neleşkerî bide welatên ku şerê tundrêyên Sunnî dikin.