Li 14 meha yekê, çend layenên siyasî konferansekê li Çiyayê Şengalê lidar xistin ji bo damezrandina Encûmenê Avakirina Şengalê. Ev pêşhat weke hewlekê ji bo ragihandina Kantona Şengalê hat şirovekirin û gelek nerazîbûn li hember derketin.
Lê berdevkê Civata Avaker ya Êzêdîyên Şengalê dibêje wan qet Kanton li Şengalê ranegihandiye.
Di bernama “Em û Siyaset” de Xidir Salih, berdevkê civata nû damezrandî û Nedîma Aldexî, çalakvan û endama berê ya encûmenê parêzgeha Nînewa şiroveyan li ser vî babetî dixin rû.
Ji bo guhdarîkirina bernameyê faylê deng veke.