Partiya Herêmên Demokrat (DBP) kuştinên xelkên sivîl yên li Cizîrê îro bi xwepêşandanekê li Amedê şermezar kir. Piştî Nîhat Kazanhan’ê 12 salî, roja Înê jî Nazim Olmezê 43 salî dema li ber deriyê xwe tekerê trimbêla xwe diguhert di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Hevserokê DBPa Amedê Elî Şîmşek got ku zarok, mêr, jinên Kurdan jibo azadiyê têkoşînê dikin û destnîşan kir ku li gelek deveran zarokên Kurdan tên kuştin kirin. “Yên ku Nîhatê 12 salî kuştin diyar e, şahidên bûyerê hene. Fîşeka ku ji serê wî derxistin ya polîsan bû û berpirs jî hikûmeta Partiya Dad û Pêşvebirinê ye."
Birêz Şîmşek herwiha da zanîn ku, "Rêvebirê Emniyeta Cizîrê yek jî wan kesan e ku tê îdia kirin destê wî jî di kuştina rojnamevanê Ermen Hirant Dînk de heye. Çawa dibe mirovekî bi guman di vê pêvajoya hesas de dişînin Cizîrê.”