Hunermendê şêwekar yê Kurd Riza Topal ku pêşengeha xwe ya pêşî li sala 1954’an vekiriye û ji sala 1968’an ve jî li Almanya karê şêwekariyê berdewam dike, li Stenbolê pêşengehek vekir.
Şêwekar Riza Topal ji bajarê Dersîmê ye û ligel temenê xwe yê ku gihîştiye 81 salan hê jî vê hunerê berdewam dike.
Her çiqas li nav civaka Kurd zêde qîmet bo hunera Riza Topal nehatiye dayîn jî wî bêhtirî 4 hezar tablo neqişandine ku niha li Almanya ne.
Şêwekarê Kurd, li dema pêşangeha Stenbolê ku bi hevkariya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî hatiye vekirin û heta 21’ê vê mehê li salona Cezayîr berdewam dike, ji Dengê Amerîka re peyivî.
Birêz Topal dibêje, “Ev 65 sal in ez li ser hunerê dixebitim. Ji destpêkê heta niha qonax bi qonax guherîn di şêwaza wêneyên min de çêbûne.”
Şêwekarê Kurd bi bîr dixe ku pêdivîya hunermendan bi alîkariyê heye.
“Niha li Kurdistanê qîmeta karê hunera wêne tune ye. Ew kultur li nav Kurdan pêş neketiye û îslamê jî destûr nedaye. Lê şert e ku Kurd bibin dewlet da ku karê hunerê jî pêş bikeve.”
Riza Topal ku temenê xwe daye hunera şêwekariyê, zehmetî û bê derfetbûna li pêşiya hunermendên Kurd tîne ziman û daxwaz dike, êdî keda wan vala neçe û dengê wan jî were bihîstin.