Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyannamekê de gotinên li ser pêkanîna Kantona Şengalê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve red kir.
Lê nivîskar û çalakvanê Kurdê Êzîdî Hoşeng Biroka di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, li Kobanê berjewendiyên PKK û PDK hev digirtin da ku qezenceke netewî pêk bînin, lê ya diyar berjewendiya herdu aliyan li Şengalê hev nagirin.
Birêz Biroka herwesa got, her partiyek xwe berjwendiyeke taybet e di Şengalê da. "PKK dixwaze Şengalê bike Qendîla duwem û PDK jî naxwaze Şengala ku berê di destê wan de bû ji dest bidin."